zebeş {an jî} zeveş:
1.Rehekek e kulîlkên wê zer û pelê wê kesk hinek jî hişk e (Botanîk: Citrullus vulgaris).
2. Fêkiya vê reheke ye ku qaşikê wê kesk û hundirê wê sor e, fêkiyek gelek bi av û tam şêrîne. Tirkî: karpuz
hosta:
1. Avakarê dîwarên avayiyan; kesê ku dîwarên xaniyan, dikanan û wd ava dike, çêdike, pisporê wî karî ye.
2. Kesê têr zana û pispor; kesê ku di karek da, di hunerek da, di zanyariyek da têr zana ye û pispor e, tam ehlê wî karî û wî tiştî ye.
3. Kesê ku di karek da, di tevgerek da pispor e, baş ji heqê wî karî yan wê tevgerê derdikeve.
4. Kesê ku di pîşeyekî da pispor û zana ye, ehlê wî pîşeyî ye, dikare pîşeyê xwe bimeşîne û li ser pîşeyê xwe şagirdan jî perwerde bike û wan fêrê wî pîşeyê bike.