Das ist die Antwort auf Beitrag 21177900

Kurdisch

Dema tu bi min re diaxivî, rondikên min li ser dêmên min dicemidin, peyvên te jî min diqerisînin. Hemî gavan ez hewl didim germahiyê ji te re bibexşim, bes tu qebûl nakî. Dilekî sar ê wekî qeşayê, rê nade ku hest çêbibin. Nema dikarim di nav dîwarê qeşayê re binêrim, ji ber ku ewqas stûr bûye! Lê belê sarî êş e, jan e, mirovî bêlebat dihêle, ne bi tenê te, lê min jî! Evîna min hinde xurt e, lê êdî nikare bigehe te. Bayekî sar bi ser wê de tê! Heker te hay ji xwe nebe, ew ê jî bicemide, digel te. Hingê em ê her du jî winda bin!

zur Forumseite
Vielen Dank für die schnelle Übersetzung!
Könntest du mir vielleicht bitte noch meine Frage beantworten? Kann man den Text auch verstehen, wenn ich ihn ohne diese speziellen Zeichen schreibe?
Danke! Danke! Danke!

zur Forumseite