Das ist die Antwort auf Beitrag 20980079

Kurdisch

Ez geleka xemxwar im ku ev tişte qewimîn. Ez dê her tiştekî kim, da evan tiştêt bi serê me hatîn, ji nîvê rakim, ez dê hemî jiyana xwe guhêrim, da em bişêyn careka dî pêk ve bîn. Tu li ber dilê min hinde yê girîng î ku ez neşêm bi duristî bînime zimanî çendî. Tu û Melody, bo min hûn her du girîngtirîn tişt in. Min ji te divêt, em careka dî berev pêkvejiyanê pêngavekê bihavêjîn. Mastirîn egera pêkçûnê jixwe êdî nema, her çendî hindek ne di cih da bû jî. Tu bi xwedê kî, ji min bawer ke, ez heş te dikim û min divêt ez jiyana xwe digel te lêk vekim û ez hez dikim digel te û Melodiyê bijîm. Em dişêyn li ser her babetekî biaxivîn. Ez dizanim min dilê te hêla, bes tu jî dizanî her wesa te jî dilê min hêla.
Peyvêt te ez gelek êşandim û min çi car bawer nedikir ku te layêt wesa jî yêt heyn, çinkî te çi car heş tiştêt wesa nedikir. ez bi rastî heş te dikim û min nevêtin kiça me bêbabî mazin bibitin, her wesa ez jî naxazim şiyê xwe hinda bikim. Ji ber hindê careka dî hizra xwe bike. Her çi bibit, bila bibit, tu dizanî em li kîrê dijîn û demê te xemek hebitin yan te pêdivî bi axiftinê hebitin, yan jî te divêtin kiçka xwe bibînî, tu dişêy hemî gava bêy bo seredana me. Bo te dergeh her dem vekirî ne. Ez heş te dikim û hîvîdar im aqlê mêrê min bihête serê wî û ew careka dî li ser her tiştekî bîr bikit. Ez heş te dikim. Ez dê çi car neşêm dest ji vîna te berdim, ji ber heta evroke min evîneka wesa di nav dilê xwe da nehewand. Jiyan gelek û gelek reş û tarî ye bê te, ez li bextê te me tu bizivire ve û bi dilê xwe çêke. Em pêdivî te ne, Min tu divêy û Melodyê jî babê xwe divêt.

zur Forumseite