Ez dizanim gelek tişt qewimîn... her wesa dizanim mezintirîn sûc yê min e. Pitirî salekê borî, min kir nekir, min neşiya ez te ji bîr kim. Bidûmahînana wê pêngaveka xelet bû, dizanim. Min hewl da te bi rastiyê qanî bikim, bes te nevêt ewê bizanî. Li şûna ewê tu min tawanbar dikî... lê ew sûcdarî hemî bêbingeh in. Ya rast divêt tu bizanî, çinkî tu min baş dinyasî. Ji roja têkiliya me dîsa dest pê kir were gelek tişt çêbûn. Çavên te bo min dibêjin ku tu jî wekî min dihesî, bes tu jê ditirsî... tu bi xwedê kî min wesa nehêle... Piştî hindek roja tu dê çî, xwedê dizanit ez dê te cara bihêt kengî bînim, piştî hindek meha, piştî çend sala yan ne?? tu dizanî eve çendî diêşit...tu neşêy têgehî, tu heta hetayê melekê min î, bawer bike, çi kes neşêt çi cara cihê te bigirit, çi kes. Ez bextê te me, xeletî neke... bo çend meha here... ez dê li hêviya te bimînim, bi rastî... bes bo hindek sala neçe wêrê, tu dê peşîman bî, çinkî ya nerast e.
gorî te bim, careka dî ji jiyana min nederkeve!!!
Ji nîva dilê xwe heş te dikim!! Tu êkemîn evîna min a mezin î!!
