Dilê min, piştî min duhî tiştekê xweş bo te nivîsî, tu qehirî. Ya rastî min bes viyabû dilê te hindek yê xweş bikim. Min neviyabû te bienirînim, bes bi mixabinî li şûna tu şad bibî, berevajiya hindê tu hêrs bûyî. Te gotî nêzîkî min nebe, destê xwe nede min. Ez tênagehim, çinkî ez pê evîniya xwe nîşa te didim. Hindek caran ez hez dikim nîşa te bidim, çi dibite bila bibitin, ez dê her heş te kim. Cihê daxê ye hizr û bîrêt wesa dilveker nahêne bîra te. Peyv û riste jî gelek tişta nîşa mirovî didin. Tiştêt nehêne vegotinê, tiştêt bi peyva nehêne ravekirinê, divêt mirov binivîsitin. Ez heş te dikim û te maçî dikim.
Hevsera te
