Bitte sehr...
Ez ciqasî kêfxweşim ku ez pîreka te me û gelekî spasîyê xwe ji te dikim ku te zarokek hewqas delal ji min re kir hedîye!
Ez çiqas bi te serfirazim ku tu li rex min deyî!
Ez dixwazim spasîya xwe bînim ziman, ku te ji me negerîya, ku tu her dem li ba meyî û zilamekî hewqas başî!
Ez dixwazim jîyana xwe bi te re derbas bikim heta em bi hevdû ra kal bibin, ger bi xweşî yan nexweşî.
Tu evîna dilê minî. Ez ji we yekê jî re saxîya xwe ji te dixwazim, ku te ez û Melody anîn nav malbata xwe. Ew çi malbateke herî başe, wan bê deng ez û melody qebûl kirin. Ez ciqas kêfxeşim ku hûn ji min re sekinîne!
Ez dizanim, ku çi be tu wê ji min re bikî, û ez jî we ji te re bikim! Ez dixwazim bibim kebanîyek herî baş ji te re. Cawa tu bi serbilindayî û bi çavên berbipêş de dibêjî, ez jî dixwazim bêjim: ew mêrê min e!
Hingî ez ji te hez dikim ez nikarim bi xeberan bidim gotin. Dilê min, min navê ez tucaran bê te bimînim!
Evîna te !
Silav Xerîbe
