Das ist die Antwort auf Beitrag 21031491

Kurdisch

Ez gelek ya xemgîn im, bes ez neşêm bêm. Min gelek hizr kir. Ez neşêm hinde bi sanahî ji vêrê biçim û nabit ez her ji berpirsyarî, kêşe û xemêt xwe birevim. Divêt ez fêr bibim xwe li ber ewan bigirim, da jiyana min dîsan bigehitin birêkûpêkiyê.

Min nevêtin jiyana te serûbin bikim yan bo te bibime bar! Li min bibore, bi rastî nediviya wesa biba! Gelek tişt yêt heyn ketine di navbeyna min û te da, dudilî ye, malbata min e... eve ne sûcê te ye! Hemî gava dê cihê te di nav hizr û dilê min da hebit!

zur Forumseite