Ya ez bo te hest dikim, nahête ravekirin... Corê tu digel min diaxivî, gelek xweş e û nahête bawerkirin... Ez dişêm bo te bêjim tu bo min çi yî, tu dilê min î, ronahiya min î, tu yî baştirîn tişt ku hindî nûke di warê evînê da li min qewimî... Min divêtin ez tiştekî bêjime te, bes bo min ne sanahî ye. Bes sê peyv in, lê belê gotina ewan sê peyvan jî ji bilêvkirina hemî peyvan zehmettir e. Sê peyv in ku wateya wan gelek ya mazin e.