Das ist die Antwort auf Beitrag 20901728

Kurdisch

Me nûke kiçkek ya heyî. Em pêk ve gelek yêt dilxweş în. Çi biqewimit jî tu her dem pişta min digirî. Ez dişêm digel te li ser hemî tiştan biaxivim û tu her dem şîretêt baş jî didî min. Demê ez ya xembar bim, tu hêz didî min. Ez dişêm baweriya xwe bi te bînim. Ji ber hindê min divêtin ez supasya te bikim. Ez hîvîdar im eve çi caran neguhorit û hemî gava wesa bimînit. Ez hez dikim bi te û kiçka me ra pîr û kal bibim. Ez hez dikim me paşerojeka gelek cuwan hebit. Çinkî tu ew kes î ku min ji nîva dilê xwe hejê kirî. Min nevêtin hizra jiyaneka tu ne têda bikim. Demê ez te dibînim, dilê min dest bi jenînê dikit. Hîvî dikim tu çi caran terka min nekî. Tu zelamê min î!

zur Forumseite